TCŞ û TêkoJIN ji bo dengdayinê bang kirin

TCŞ û TêkoJIN ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê banga tevlîbûnê kirin.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê bang li ciwanan kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Eşkere ye ku ev hilbijartin hem ji bo ciwanan hem jî ji bo gelê me wê serketinên mezin û dîrokî bi xwe re bîne" û hate bibîrxistin ku namzetekî Serokkomariyê di dîroka Tirkiyeyê de yekemcar ji tûra duyemîn maye. Daxuyaniyê wiha dewam kir, "Bêguman ev yek gelekî girîng e, afirînerê hreî girîn ê vê serketinê Kurd e. Li gel her cûre hîleyan jî eşkere ye ku di vê pêvajoyê de hêza diyarker, xeta têkşoîna azadiyê ye."

'BI SER NEKET, NIHA DEMA TÊKBIRINÊ YE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rejîma faşîst çawa ku bi ser neket û ji tûra duyemîn re ma, divê em jî li her qadê têkoşînê mezin bikin. Her ciwanekî li Ewropayê divê bi banga seferberiyê di tûra duyemîn de mal bi mal bigerin û têkoşîna astengkirina faşîzmê bimeşînin. Çawa ku me di vê hilbijartinê de nehişt faşîzm bi ser bikeve, niha dem hatiye ku em faşîzmê têk bibin."

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ku wê di 28'ê Gulanê de pêk were bang li ciwanan hate kirin ku bi rengê seferberiyê bixebitin.